• Saturday, 21 February 2026
logo

Qasim Silêmanî: Îranê giyana xwe kiriye mertalê xelkê Sunne

Gulan Media March 14, 2016 Nûçe
Qasim Silêmanî: Îranê giyana xwe kiriye mertalê xelkê Sunne
Fermandarê hêzên Qudsê yê artêşa pasdarên Komara Îslamî ya Îranê red kir ku, Îran dû Şîe kirina kesên ji mezheba Sunne de ye û got: ‘’Komara Îslamî ya Îranê giyana xwe kiriye mertalê xelkê Sunne.’’

Li gor ajansên Îranê Qasim Silêmanî got: ‘’Dijminên me dibêjin, Îran di herêmê de dû avakirina krîzê digere. Bila herkes bizane Îran giyana xwe kiriye mertal jibo xelkê Sunne.’’
Qasim Silêmanî hikûmeta Erebistan Siûdî wek ne rewa pênase kir û got ew dewlete dû avakirina krîzan de ye.

Fermandarê hêzên Qudsê pasdaran got; ‘’Komara Îslamî Îran buye navend di nav bazina Îslamî de û mezheba Şîe de. Ji ber vê dijminên me zêde bune.’’

Basnews
Top