Fermana Şirnexê jî hat dayîn – Îşev dest pê dike!
Piştî Gever û Nisêbînê, li bajarê Şirnexê jî fermana qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Walîtiya Şirnexê eşkere kir ku qedexeya derketina derve dê îşev saet 23:00 bi dema Amedê dest pê bike.
Di daxuyaniya walîtiyê de hatiye gotin ku qedexe ji bo “rakirina barîkatan û tijîkirina xendeqên nav bajêr” hatiye ragihandin.
Ji aliyekî din, çavkaniyekî li nav Şirnexê ji Rûdawê re got, piraniya xelkê Şirnexê bar kirine û kêmtir ji %5ê xelk li nav bajêr mane.
Wî jêderî diyar kir ku taxên bajêr yên ku xendeq lê nehatine vedan, vala nebûne. Hinek kesan jî jin û zarokên xwe ji bajêr derxistine lê bixwe mane.
Li gorî agahiyên wî jêderî, ev du roj in li Şirnexê şer dest pê kiriye lê bi destpêkirina qedexeya derketina derve re operasiyona berfireh dê dest pê bike.
Wezîrê Hundir ê Tirkiyê Efkan Alan beriya niha gotibû, dê li Şirnex, Nisêbîn û Geverê operasiyonên leşkerî li dijî şervanên PKKê were lidarxistin, ji bo wê jî dê qedexeya derketina derve li wan bajaran bê ragihandin.
Rudaw
