Malikî daxwazê ji Pêşmerge dike ku alîkariya Heşda Şeibî bikin
BasNews- Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa, ragehand ku bordûmana ser bajarokê Taze Xurmatû, ser bi parêzgeha Kerkûkê ve dirêjayî tawanên rêjma Beise, herwiha daxwaz ji Pêşmerge kirk u alîkariya Heşda Şeibî û Hêzên Iraqî bikin jibo rizgar kirina gundê Beşîr û Taze Xurmatû.
Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî ku di du kabîneyên berê yên Hikûmeta Iraqê Serokwezî bû di daxuyaniyek nivîsî de gibêje: “Tawanên bajarokê Taze Xurmatû dirêjeya tawanên rêjîma Beis in ku hema tawan li Helbce û deverên xawarê ên Iraqê pêkanîne.”
Herwiha tekez dike ku divê Hikûmet tişên pêwîst bike jibo tawanên bi vî rengî rawestîne û mtirsiyên bi vî şêweyî nehêle.
Malikî ji aliyekî din ve daxwazê ji Pêşmerge dike ku hemhingiyê ligel çekdarên Heşda Şeibî bikin jibo rizgar kirina gundê Beşîr û bajarokê Taze Xurmatû û navçeyên derdora Kerkûkê ji çeteyên rêjîma Beis paqij bikein, jibo ku sitema li ser xelkên sivîl li wan deveran bi dawî bibe.
Metrsî heye ku çekdarên DAIŞê çekên komkujî bikarbîne, lewma daxwaz ji civata navdewletî tê kirin ku bilez bi hewara Iraqê ve werin û van metirsiyan dûr bixin.
Basnews
