• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Sûra Diyarbekirê 7 kesan canê xwe jidest dan

Gulan Media March 13, 2016 Nûçe
Li Sûra Diyarbekirê 7 kesan canê xwe jidest dan
Li navçeya Sûra Diyarbekirê operasyon berdewam dikin, di pevçûnan de 7 kesan canê xwe ji dest dan.

Hêzên ewlekariya Tirkiyê ragehandin, li navçeya Sûrê taxa Savaşê di encama pevçûnan de 7 endamên YPS'ê canê xwe ji dest dane.

Hêzên ewlekariyê îdîakirin ku, bo xwe radestkirinê bang li wan hatiye kirin lê bi çekan bersiv hatiye dayîn.

Îro berdestê sibê, jinek bi navê Dîlber Bozkurt bi telefonê xwe gihand parlamenterên HDP'ê û got, tevî 7 kesan di bin avahiyek ku bi ser wan de hatine rûxandin de mane û 3 ji wan birîndar in.

Pîştî rûdanê, serdozgeriya komarê yê Diyarbekirê li cihê bûyerê dest bi lêkolînan kiriye.



K24
Top