• Saturday, 21 February 2026
logo

ROJAVA – Her 3 Kantonan amadekariyên Federasyonê dest pê kirin

Gulan Media March 13, 2016 Nûçe
ROJAVA – Her 3 Kantonan amadekariyên Federasyonê dest pê kirin
Kordînasyona Giştî ya Her 3 Kantonên Rojavayê Kurdistanê (Cizîrê, Kobanê û Efrîn), ji bo lidarxistina kongreya damezirandina Rêveberiya Paşeroja Rojava û Bakurê Sûriyeyê, komîteyek ava kir.

Li gorî daxuyaniya Kordînasyona Giştî, bi beşdariya nûnerên Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî, Kildan, Ermen, Turkmen û Çeçan, ligel çend partî û rêxistinên siyasî komîteyek hate avakirin.

Navê vê komîteyê, Komîteya Amadekar a Lidarxistina Kongreya Damezrêner a Avakirina Sîstema Herêmên Rojava û Bakurê Sûriyeyê, ye.

Ev komîte ji 13 endaman pêk tê. Ew jî nûnertiya hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistan û bakurê Sûriyê dikin.
Li gorî ragihandina ser bi Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê, erkê vê komîteyê ew e ku hevdîtin û pêwendiyan ligel pêkhate, partî û rêxistinên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê pêk bîne.

Mebest ji vî karî ew e ku reşnivîsek li ser sîstema rêveberiya pêşeroja vê hermê amade bibe.

Rudaw
Top