Serok Barzanî li gel Bruno Geddo civiya
Îro li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya berpirsê komîsertiya penaberan ya ser bi NY Bruno Geddo û şandeke pê re kir.
Di civînê de şanda mêwan spasiya Serok Barzanî kir ku derfeta hevdîtina han afirandiye, şanda mêwan herwiha rêzdariya xwe jî ya li hember mêwanperweriya gelê Kurd û pêşwazî kirina penaberan diyar kir û dil vekirî bûna gelê Kurdistanê jî bi nimûneyeke baş ya hevkarî kirn û mêwandariyê li ser asta cîhanî wesif kir.
Şanda mêwan herwiha diyar kir ku rewşa penaberan li Kurdistanê de li gor rewşa penaberan li deverên din de baştire û herwiha spasiya hevkarî û hemahengiya hikûmeta Kurdistanê jî kir ku di warê cîhbicîh kirina erk û çalakiyan de pêşkêşî dezgehên ser bi NY kiriye.
Şanda mêwan herwiha spasiya Serok Barzanî û qurbanîdana hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstên DIŞIê de jî kir û herwiha destxweşî li Serok Barzanî û hêzên pêşmerge kir ku karîne weke xeta yekem ya bergiriyê bin li hember terorîstên DIŞIê de û ji Serok Barzanî re got: Spas bo we ku cîhan rizgar kir.
Şanda mêwan herwiha behsa kar û çalakiyên xwe yên di warê hevkarî kirina penaberan de kir.
Li hember de jî Serok Barzanî rêzdariya xwe ya li hember erk û çalakiyên şanda mêwan bi taybetî di warê hevkarî kirina penaberan de diyar kir û herwiha spasiya wan kir û balkêşande ser rewşa jiyana penaberan û eşkere kir ku gelê Kurdistanê hevkarî kirina penaberan bi erkekî nîştimanî û însanî dizane lêbelê heta niha hikûmeta Îraqê di warê hevkarî kirina penaberan de erkê xwe cîhbicîh nekiriye û hikûmeta Kurdistanê jî li gor îmkan û karînên xwe hevkariya penaberan kiriye û cîhbicîh kirina tedbîrên ewlekarî jî bi tenê bo parastina rewşa ewlekarî ya wan deveran û penaberan bûne.
