• Saturday, 21 February 2026
logo

Demirtaş: Pêwîstiyeke mezin ji pêvajoya çareseriyê re heye

Gulan Media March 13, 2016 Nûçe
Demirtaş: Pêwîstiyeke mezin ji pêvajoya çareseriyê re heye
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê Selahattîn Demirtaş dibêje û pêwîstiyeke mezin ji pêvajoya çareseriyê re heye. Rêveberên dewletê bixwazin jî nexwezin jî pêvajo her tim di hizra wan de ye.

Demirtaş got: “Erdogan qebûl dike ku pêdivî bi pêvajoya çareseriyê re heye. Pêşî proses sekinand piştre jî ji binîve betal kir. Li gorî vê yekê ev daxuyaniyanî tê wê wateyê ku ew ê vê meseleyê çareser neke. Dema ev mesele hatibû sekinandin gelek mirov mirin. Ger ji binîve deste xwe ji vê meselyê vekişînin naxwe wê komkujî pêk werin. Ez bi vî awayî fêm dikim vê daxuyaniyê.”

Herwiha Demirtaş domand: “Proseya çareseriyê ya demokratîk yek ji xala herî giring û bingehîn e ku pêdiviya gel pê heye. Proseya çareseriyê ji bo me ne daxwazeke keyfî ye, hewcedarî û pêdiviyeke bingehîn e. Bi wan re an ne bi wan re wê her car proseya çareseriyê di rojeva me de be.”

K24
Top