Gever tê topbarankirin – Birîndar hene!
Li gorî fermana Walîtiya Colemêrgê, qedexeya derketina derve dê îşev saet 22:00 li navçeya Geverê dest pê bike.
Çavkaniyekê li Geverê ji Rûdawê re got, bîstekî beriya niha hêzên artêşa Tirkiyê dest bi topbarana bajêr kirin.
Wê çavkaniyê da zanîn ku taxa Orman a Geverê di bin topbarana giran de ye û çend kes jî birîndar bûne lê nayê zanîn hejmara wan çend e.
Li gorî agahiyên wê çavkaniyê, bi deh hezaran leşker û hêzên taybet li nav Geverê kom bûne û dora bajêr bi tankan hatiye girtin.
Wê jêderê her wiha ragihand, tevahiya şêniyên bajêr bar kirine tenê çend malbat di nav bajêr de mane lê ji ber ku dora bajêr hatiye girtin nikarin ji bajêr derkevin.
Li gorî agahiyan, dibistan, nexweşxane û avahiyên dewletê hemû hatine valakirin û leşker tê de bicîh bûne.
Rudaw
