• Friday, 20 February 2026
logo

Akademîsyenê Amerîkî: Kurdistan cîranekî baştire ji Iraqê

Gulan Media March 13, 2016 Nûçe
Akademîsyenê Amerîkî: Kurdistan cîranekî baştire ji Iraqê
Akademîsyenekî Amerîkayê di derbarê Kurdistana başûr de diyar kir, Kurdistana başûr wek welatekî serbixwe ye û ji Tirkiyê re pir baştire Kurdistan cîranê wê be, ne Iraq.

Berpirsê siyaseta rojhilata navîn li Washingtonê David Shingler ji K24 re ragehand, herêma Kurdistanê hemû mercên bi dewletbunê di xwede pêkaniye û gelê Kurdistanê mafê xwe heye ku di derbarê çarenivisa xwede di referandûmê de biryara xwe bide.

David Shingler amaje bi Kurdistana başûr kir û diyar kir, Kurdistana başûr wek welatekî serbixwe ye, hêzên leşkerî heye û ji Bexdayê budce jê re nayê rêkirin. Tiştekî pir asayî ye gelê Kurdistanê di referandûmê de biryara serxwebûnê bide.

Herwaha li ser peyvendiyên Kurd û Amerîka axift û ragehand; Amerîka giringiyê dide referandûma gelê Kurdistana başûr, ji ber ku Kurd hevpeymanekî bihêz ê Amerîkayê ye. Di heman demê de ji Amerîkayê re giringe helwêstî hevpeymanê din ango helwêstê Tirkiyê çîye û endamên NATO helwêstên wan çiye.

Herwaha li gor David Shingler, di vê herêma ne aram û di navbera DAIŞ û Iraqê de, pir baştire Tirkiye xwedî cîranekî wek Kurdistanê be, lê ne xwedî cîranekî wek Iraqê be.

Basnews
Top