• Friday, 20 February 2026
logo

Li Nisêbînê jî qedexe hat ragihandin!

Gulan Media March 13, 2016 Nûçe
Li Nisêbînê jî qedexe hat ragihandin!
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî qedexeya derketina derve hat ragihandin, qedexe dê nîvê şevê dest pê bike.

Piştî ragihandina qedexeya derketina derve li navçeya Geverê ya Colemêrgê, qedexeya derketina derve li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî hat ragihandin.

Walîtiya Mêrdînê ragihand, qedexeya Nisêbînê dê nîvê şevê dest pê bike û ji bo “bicîhanîna pergala giştî û parastina mal û canê welatiyan” ye!

Îro li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Geverê dê ji saet 22:00 dest pê bike.

Wezîrê Hundir ê Tirkiyê Efkan Ala, pêr (11ê mehê) gotibû, emê ji bo tijîkirina xendeqan û rakirina barîkatên ku li Gever, Şirnex û Nisêbînê hatine vedan, dest bi operasiyonê bikin.

Rudaw
Top