Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir
Li hevdîtinê de di derbarê pêşhatên dawî û guhertinên siyasiyên navxweya Iraqê û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin û her wiha Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê Serok Barzanî ji encama serdanên xwe ya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka û Tirkiyê agahdar kir.
Her li vê kombûnê da behsa şerê Da'îş û qonaxa piştî ji navçûna Da'îş û qeyrana darayî û metirsiyên wê ya li ser proseya siyasiya Iraqê kirin.
