“Tirkiyê 200 milyon dolar daye Kurdistanê!”
Ajansa Reutersê ragihandiye, Tirkiyê ji ber ziyana ku di encama sekinandina hinartina petrola Kurdistanê de li hikûmeta Herêm Kurdistanê ketiye, 200 milyon dolar daye Herêma Kurdistanê.
Reutersê nûçeya xwe ji zarê rayedarên Tirkiyê ragihandiye û diyar kiriye ku ew pere wek “alîkariya bilez” bûye ji bo Herêma Kurdistanê.
Heta niha rayedarên Herêma Kurdistanê tiştek li ser vê nûçeyê negotine.
Roja 16ê Sibata îsal, hinartina petrola Kurdistanê bo Tirkiyê “ji ber kunbûna boriyê” hatibû sekinandin lê duh (11ê vê mehê) dîsa hinartina petrola Kurdistanê dest pê kir.
Li gorî Wezareta Samanên Sirûştî ya Kurdistanê, nêzîkî 350 milyon dolar ji ber sekinandina hinartina petrolê ziyan gihîştiye Kurdistanê.
Rudaw
