• Friday, 20 February 2026
logo

Lîwaya "Cund El-Heremeyîn" tevlî HSD bû

Gulan Media March 12, 2016 Nûçe
Lîwaya
Lîwaya Cund El-Heremeyîn li ser daxwaza welatiyên bajarokê Minbicê yê Rojavayê Kurdistanê ser bi parêzgeha Helebê tevlîbûna xwe di nava Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) ragehand.

Derbarê wê tevlîbûnê Lîwaya "Cund El-Heremeyîn" kurte vidoyek belav kir, tê te wiha hatibû gotin: "Piştî damezrandina Hêza Sûriyê ya Demokratî(HSD) û serkeftinên wê di rizgarkirina navçeyên di bin destê DAIŞê, herwiha berevaniya wê di ber gelê Sûriyê de, em Lîwaya Cund El-Heremeyîn li ser daxwaza xelkê Minbicê tevlîbûna xwe di nav HSD de radgehînin."

Şervanên Lîwaya Cund El-Heremeyîn tekez kirin ku, pabendin bi hemû biryarên ku ji serokatiya HSDê, herwiha bweriya xwe bi sîstema wê ya naxweyî tînin, hêvî kirin ku, ew ligel HSD bikarin bingeha Artêşeke Sûrî ya niştîmanî damezrînin.

Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) ji şervanên Kurd, Ereb û Xirstyan pêktê, hêza wê ya sereke jî şervanên Yekîneya Parastina Gel(PYG) ne.

K24
Top