Heşdî Şeibî rê nade partiyên Kurd binkeyan xwe vekin
Berpirsê PDKê yê navçeya Celewlayê Amîr Refet ji BasNewsê re ragehand; Piştî rizgarkirina bajarokê Seidiyê ku di dest çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê de bu, çekdarên Heşdî Şeibî rê nadin tu partiyekî Kurd ku binkeyên xwe li vê deverê vekin.
Herwaha got: ‘’Hatina wan hêzane ya bajarokê Seidiyê ku dikeve milê din ê çiyayê Hemrînê û dawiya axa sînorê Herêma Kurdistanê ye, xeletiyekî mezin bu. Ji ber ku ew hêzene dervey kuştin, rewandin û talanê tu tiştekî nizanin.’’
Amîr Refet diyar kir: ‘’Naha hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di sînor de nînin. Çekdarên Heşda Şeibî li gor daxwazên xwe kar dikin û roja çarşemê jî 09.03.2016ê rêya di navbera Şareban û Baqûba bi axê birîne û rê nadin hemwelatiyan.
Basnews
