Gever bi tankan hatiye dorpêçkirin – Bajêr vala dibe!
Ev çend roj in artêşa Tirkiyê amadekariyên operasiyona leşkerî li navçeya Geverê dike. Bi dehan tank, top û otomobîlên zirhî û bi hezaran leşker li nav û derdora Geverê hatine komkirin.
Derheqê rewşa dawî ya Geverê de, parlamenterê HDPê yê Geverê Ebdullah Zeydan ji Rûdawê re got, dewleta Tirkiyê amadekariyên ragihandina qedexeya derketina derve û operasiyona leşkerî li Geverê dike.
Ebdullah Zeydan da zanîn, xelkê Geverê ji tirsa şer û operasiyonê ji malên xwe direvin û ji 100 hezar kesî tenê 40-50 hezar kes di nav bajêr de mane.
Wî parlamenterê HDPê da zanîn ku xelkê Geverê diçin Wan û Colemêrgê û rewşa wan jî pir xirab e.
Rudaw
