Selahedîn Demîrtaş gefan li hikûmetê dixwe
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahadîn Demirtaş, derbarê fezlekeyên ku şandin meclîsê de axivî. Demîrtaş di axaftinê xwe de derbarê gotinên Davutoglu de pirsek wiha pirsî ‘Davutoglu, xwe xistiye şûna dadgehê û biryara negirtîbûna me û em dê li kuderê bên darizandin daye. Ma komediyeke bi vî awayî dibe?'
Demirtaş got: ‘Heke ji me parêzbendiya parlementereke were rakirin em dê wek rakitina parêzbendiya me hemûyan qebûl bikin. Em ji darizandinê natirsin. Em dê li dadgehê axaftinên xwe bibêjin, lê dê ew karibin tiştên ku dizîne bibêjin?'
