Li Sûrê operasyon bi dawî hat!
Li gor agahiyên ji Bakurê Kurdistanê, îro çarşemî 9ê Adarê operasyona artêşê û hêzên din ên ewlehiyê yên Tirkiyê li navçeya Sûr a girêdayî parêzgeha Amedê bi dawî hat.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Efkan Ala îro ragihand, ku operasyona li Sûrê bi dawî bûye.
Ligel wê çendê hêj lêgerîn di nav kolan û cadeyên navçeya Sûrê de berdewam e.
Ji roja 28ê Mijdarê ya sala 2015ê ve qedexeya derketina derve li Sûrê hatibû ragihandin û piştre hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li navçeya Sûr a Amedê dest bi operasyonê li dijî endam û çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û herwiha endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPS) kiribûn.
Di şer û pevçûnên li Sûrê de zêdetirî 60 leşker û polîs ên Tirkiyê hatine kuştin. Herwiha di pevçûnan de hejmarek zêde ya welatiyên sivîl û endamên YPSê jiyana xwe ji dest dan.
Ji aliyekê din ve , bi sedan bîna û şûnwarên dîrokî yên li navçeya Sûrê jî di encama şer û pevçûnan de gellek zirar dîtin.
Rudaw
