• Friday, 20 February 2026
logo

Perwerdeya 5 hezar Pêşmerge dest pê kir – Çekên nû wergirtin!

Perwerdeya 5 hezar Pêşmerge dest pê kir – Çekên nû wergirtin!
Rahêner û pisporên leşkerî yên Amerîka û çend welatên din ên endamên hevpeymaniya navdewletî ya dij DAIŞê dest bi perwerdeya Pêşmerge kirin.

Li nêzîkî bajarê Hewlêrê, perwerdeya 5 hezar Pêşmerge ji aliyê pisporên leşkerî yên hevpeymaniya navdewletî ve dest pê kir.

Yek ji wan pisporan ji Rûdawê re got, perwerde dê 10 hefteyan bidome û paşê dê perwerdeyek taybet ji bo her yekîneyekê bê dayîn.

Di destê wan pêşmergeyên ku dest bi perwerdeyê kirine de çekên nû yên amerîkî ji curê M16 dihatin dîtin. Derheqê wan çekan de jî wî pisporê amerîkî got, ew çek êdî yê pêşmergeyan e û dê pê şer bikin.

Peyamnêrê Rûdawê Rence Cemal da zanîn, dê piştî wê perwerdeyê çekên giran jî bidin Pêşmerge û got, li wê fêrgehê de pisporên almanî, hollandî, brîtanî, îtalî, finlandî, norwêjî û hingarî jî hene.

Rudaw
Top