Wan partiyan ji bo agirbestê dest bi xebateke din kirin
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Hereketa Azadî, PDKa Bakur û PAKURD dest bi xebatên dîlplomatîk ji bo sekinandina şerê li Bakurê Kurdistanê kirin.
Partiyên han ku xwe wek “Partiyên Kurdistanî” didin nasîn, dibêjin, dê destpêkê bi rayedarên Sefareta Amerîkayê re rûnên paşê jî ji sefaret û dîplomatên Ewropî bixwazin ku guvaşê li Tirkiye û PKKê bike ji bo sekinandina şer.
Serokê OSPê Sînan Çîftyûrek li ser vê yekê got, em gaveke dîplomasiyê didin destpêkirin. Emê bixwazin bi çavên me ew mijara kurd û Kurdistanê pirsgirêkên li Bakur û Tirkiyê fêm bikin.
Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadiyê Sidqî Zîlan jî li ser vê xebata dîplomatîk axivî û got, emê ji wan bixwazin ku hikûmetê û PKKê razî bikin ku şer bidin sekinandin. Di şûna şer de bila bixwazin herdu alî girîngiyê bidin mase, diyalog û rêyên siyasî.
Serokê Giştî yê PAKê Mistefa Ozçelîk jî nêrîna xwe li ser vê yekê anî ziman û got, emê ji wan welatan bixwazin pêvajoyeke nû bê destpêkirin. Ev pêvajo jî divê weke berê nebe. Pêwîst e hemû partiyên kurdan di van hevdîtinan de bin û garantoreke navneteweyî jî di vê pêvajoyê de cih bigre.
Rudaw
