Amerîka: Ti navendên leşkerî Sûriyê ava nakin
Berdevkê Wezareta Bergîriyê ya Amerîkayê Ceff Davis di konfiraseke rojnamevanî de ragihand ku, bi ti awayî wan ti firokxaneyên leşkerî li Sûriyê ava nakin û kar jî di ti navendên leşkerî li wî welatî nakin.
Berî çend roja hat ragihandin ku, Amerîka du navendên leşkerî li Rimîlan û Kobanê yên Rojavayê Kurdistanê ava kirine.
Davis aşkere kir jî, ku Amerîkayê bi mebesta perwerdekirina û pirçekrina Hêzên Sûryeya Demokratîk (HSD), nêzîkî 50 efserî şandiye Rojavayê Kurdistanê.
K24
