• Friday, 20 February 2026
logo

Taxa Kurdan di bin topbaranê de ye – Rê hatine qutkirin!

Taxa Kurdan di bin topbaranê de ye – Rê hatine qutkirin!
Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê li Sûriyê, ji aliyê çekdarên Eniya El-Nusra û Ehrar El-Şamê ve bi giranî tê topbarankirin.

Ev çend roj in ku çekdarên Eniya El-Nusra û Tevgera Ehrar El-Şam ji taxên Bustan Paşa û Şiqeyêf ve, taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê, ku piraniya rûniştvanên wê Kurd in, bi giranî topbaran dikin.

Welatiyê Kurd ê bi navê Niwêran Ehmed Hoşan ji nav bajarê Helebê ji radio ya Rûdaw re got, ku di encama topbaranên çekdaran bo ser taxa Şêx Meqsûd de hejmara qurbaniyan zêde bûye.

Niwêran Ehmed Hoşan got, ji ber giraniya topbaranan rê nîne ku birîndar ji taxa Şêx Meqsûd ve bo nexweşxaneyan werin veguhistin.

Piştî destpêkirina şerê navxweyî yê li Sûriyê, rêjeya rûniştvanên Kurd ên taxa Şêx Meqsûd a baajrê Helebê kêmtir bûye. Li gor zanyariyên Rûdawê, niha piştî derbasbûna 5 salan bi ser şerê navxweyî yê li Sûriyê, rêjeya rûniştvanên Kurd ên wê taxê daketiye %40 û rêjeya Ereb û kêmîneyên din jî derdora %60 ye.

Taxa Şêx Meqsûd niha di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye.

Li ser rewş û jiyanê li taxa Şêx Meqsûd, Niwêran Ehmed Hoşan ji radyo Rûdaw re got, ku ji ber dorpêç û topbaranê, niha jiyan li Şêx Meqsûd zor zehmet û dijwar bûye.

Herwiha duyemîn taxa mezin a Kurdan li bajarê Helebê, taxa Eşrefiye ye ku li rex taxa Şêx Meqsûd e.

Niha nîvê taxa Eşrefiyê di bin kontrola hêzên Hikûmeta Sûriyê de ye û nîvê din jî di bin kontrola Eniya El-Nusra û Ehrar El-Şam de ye.

Welatiyê kurd Niwêran Ehmed Hoşan li ser rewşa taxa Eşrefiyê ji radyo Rûdaw re got, ku jiyan li taxa Eşrefiyê - beşê di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de normale, lê rêjeya kurdan li wê taxê jî wekî ya Şêx Meqsûd kêm bûye.

Rêyên çûn û hatinê di navbera herdu taxên kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Helebê û herdu herêmên kurdî Kobanî û Efrînê de berê qut bûn, û herweha rê di navbera Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de jî qutin, tevî ku ew li rex hevin, û bi hevdu de ne.

Pêştir rêyên di navebra her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye bo Efrînê de, hatibûn girtin û ew tax ketibûn bin dorpêçek tund. Tax aŞêx Meqsûd heya niha jî di bin dorpêçê de ye.

Derbarê riyên çûn û hatinê bo herdu taxên Kurdan ên li Helebê, Niwêran Ehmed Hoşan ji Rûdawê re diyar kir, ku piştî hikûmeta Sûriyê dorpêç ji ser herdu bajarokên Nubul û Zehra rakir, rê di navbera Eşrefiyê û Efrînê de vebûye, lê riyên Şêx Meqsûd hîn girtî mane.

Êrişên bo ser Kurdan û taxa Kurdî ya Şêx Meqsûd a li Helebê di demekê de ne, ku ji 27ê Sibatê ve agirbest li Sûriyê hatiye ragihandin. Li gor agairbesta îlankirî, her du rêxistinên DAIŞ û Eniya El-Nusra di çarçoveya wê agirbestê de cih nagirin.

Rudaw
Top