• Friday, 20 February 2026
logo

“Beşdariya Heşda Şabî di şerê Mûsilê de şaşîtiyeke mezin e”

“Beşdariya Heşda Şabî di şerê Mûsilê de şaşîtiyeke mezin e”
Fermandeya Hêzên Navendî ya Amerîkayê radigihîn, heger Heşda Şabî beşdarî operesyona rizgarkirina Mûsilê bike, şaşîtiyeke mezin e.

Fermanderê Hêzên Navendî yê Amerêkayê Llyod Osten di civîneke taybet ya komîta leşkerî ya Kongresa Amerîkayê de ragihand ku, Heşda Şabî gelek çekdar hene, lê di şer de xirab in û mezintirîn şaşîtî jî ew w, ku beşdarî operesyona rizgarkirina Mûsilê bibin.

Osten amaje kir, wan hikûmeta Iraqê haydar kiriye, ku bi awayekî bilez bendava Mûsilê çak bikin, ji ber dê karesateke mezin çê bibe, heger ew bendav biherife.

Derbarê Sûriyê de jî, Ostên diyar kir, 80 ji sedî ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Kurd in. herwiha Osten Rûsya tuhmetbar kir ku, êrîşên wê yên esmanî DAIŞê armanc nake.

K24
Top