Kurdistan, konsulên biyanî ji bo Şingalê dicivîne
Peyamnêra Rûdawê Nalîn Berwarî ragihand, îro li Hewlêrê Wezîrê Navxwe Kerîm Şingalî, berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Felah Misteffa û qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl dê bi konsulên welatên biyanî re bicivin.
Nalîn Berwarî li ser naveroka civînê jî agahî da û got, ew dê li ser nûavakirina bajarê Şingalê gotûbêj bikin.
Nêzîkî 5 mehan bajarê Şingalê ji destê DAIŞê hatiye derxistin. Li gorî rayedarên Kurdistanê, Şingal wêran bûye û %70 avahî û jêrxana bajêr hatiye hilweşandin.
Şingal roja 3ê Tebaxa 2014ê ketibû destê DAIŞê lê roja 13ê Mijdara par ji aliyê Pêşmerge ve û bi fermandehiya Serok Barzanî hat rizgarkirin.
Rudaw
