• Friday, 20 February 2026
logo

Bayik: Em dikarin piştgiriya Gul û Arinç bikin

Bayik: Em dikarin piştgiriya Gul û Arinç bikin
Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik dibêje, eger Abdullah Gul û Bulent Arinç vegerin pîvanên damezrandina AK Partiyê, ew ê piştevaniya wan bikin.

Bayik di daxuyaniya xwe ya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de got, Artêşa Tirk di zivistana 2015ê de tank jî di nav de bi hemû alavên giran bajar û navçeyên Kurdistanê bombebaran kirine û êdî bi pêşengiya ciwanên Kurd gihîştine qonaxeke nû.

Bayik derbarê qonaxa nû ya şerê dewleta Tirk û PKK'ê de da zanîn ku hê berê gerîla şer dikir, lê niha pêşengiya berxwedanê ciwan dikin, ya duyem jî şerê berê tenê li çiyê bû, niha daketiye navenda bajaran.

Bayik, derbarê nîqaşên di nav AK Partiyê de jî got, komek heye ku xwedî li felsefeya damezrandina AK Partiyê derdikeve û dibînin ku Erdogan welêt ber bi faşîzmê ve dibe.

Hevserokê KCK'ê Bayik bal kişand ser helwestên Abdullah Gul û Bulent Arinç û got, eger ev kom, vegera felsefeya damezrandina AK Partî û xwedî li pîvanên demokratîk derkeve, wek PKKê dê piştgiriyê bidin xebatên wiha.

Rudaw
Top