• Friday, 20 February 2026
logo

Mesîhiyên Mûsilê: Baweriya me tenê bi Pêşmerge tê!

Mesîhiyên Mûsilê: Baweriya me tenê bi Pêşmerge tê!
Mesîhiyên deşta Mûsilê daxwaz dikin, cih û warê wan zû were rizgarkirin. Ew dibêjin, bila milîsên şîe tevlî şerê Mûsilê nebin.

Bajarokê Elqoşê yê girêdayî parêzgeha Mûsilê, bajarekî biçûk ê mesîhiyan e. Dema çekdarên DAIŞê havîna 2014ê êrişî bajarokên Tilkêf û Tilsiqofê yên nêzîkî Elqoşê kir, xelkê bajêr ji tirsa reviyabûn Dihokê lê piştî ku hêzên Pêşmerge xetera DAIŞê li ser bajêr rakirin, xelk dîsa vegeriya ser warê xwe.

Elqoşî daxwaz dikin cih û warê wan ên li deşta Mûsilê (Neynewa) zû bên rizgarkirin. Ew naxwazin milîsên şîe tevlî şer û operasyona wan deran bi taybet şerê Mûsilê bibe, baweriya wan tenê bi Pêşmerge tê.

Nûnerê mesîhiyan li Parlamentoya Kurdistanê, Yerwand Emniyan jî li ser vê yekê ji Rûdawê re got, Pêşmerge dikare hevsengiyê di navbera mesîhiyan û erebên sunnî de pêk bîne. Lê li gorî min baş nabe eger milîsên şîe derbasî nav Mûsilê bibin çimkî metirsiya tolvekirinê heye.

rudaw
Top