• Friday, 20 February 2026
logo

Sê meh in malbat li benda cenazeyên zarokên xwe ne

Sê meh in malbat li benda cenazeyên zarokên xwe ne
Li navçeya Sûra Diyarbekirê şer û pevçûnên di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) û hêzên ewlekariya Tirkiyê de berdewam in. Malbatên 10 şervanên YPSê û sivîlan hê cenazeyên zarokên xwe wernegirtine. Ji bo malbat cenazeyên xwe bistînin ev 3 meh in ku di çalakiyekê de ne. Metirsiya malbatan ew e ku cenazeyan nestînin.

Gunduz Akmeşe, Cîhat Morgul, Hakan Aslan, Mahmut Oruç, Rozerîn Çukur, Turgay Gîrçek, Welat Bîlen, Erhan Keskîn û Remezan Ogut… temanên van kesên ku navên wan hatiye derdora 16,17 û 18a ne. Hinek ji wan şervanên YPSê ne hinek jî wan jî sivîl in.

Cenazeyên hinekan ji wan ev 50 roj in; yên hinekan ji wan jî ev 97 roj in li kolanên navçeya Sûrê ne. Malbatên dilbikul radigihînin ku ti hayê wan ji cenazeyên zarokên wan nîn e. Zara Xanim, meta Remezan Ogut e. Dibêje hema hestûyên zarokên xwe jî werbigirin dpiçek jî be wê dilê wan rihet bibe.

Meta Remezan Ogutê ku cenazeyê wî li Sûrê ye Zara Xanim wiha dibêje: “Niha pisîkan xwari be, teyran xwaribe, guran xwaribe hayê me jê nîn e, em nizanin. Heta em hebin, heta neviyên neviyên me jî hebin em derdên van cenazeyan ji bîr nakin.”

Malbatan di civîneke çapemeniyê de ragihandin ku, dewlet ji nav Sûrê xopana xaniyan bi barhilgiran radike û vala dike Çemê Dîcleyê. Malbat dibêjin ku dibe cenazeyên zarokên wan jî di nava vê xopanê de bin û ber ava Dîcleyê biçin. Ji ber vê yekê ji Dadgehê daxwaz dikin ku rakirina xopanê were sekinandin. Abdurrahman Karakoç ku xizmê cenazeyên wenda ye, di daxuyaniya ku li ser navê malbatan xwendî de wiha got: “Ji 3 mehan zêdetir e ku em nizanin ka çi bi serê zarokên me het, em nizanin ka cenazeyên wan di çi rewşê de ne. Me gelek caran serî li cihên fermî da lê heta niha jî me ti encam nestandine.”

Malbat radigihînin ku heta cenazeyên zarokên xwe bistînin dê çalakiya wan berdewam e. Malbat tenê dixwazin hestûyên zarokên xwe bistînin û li goreke ku carna ziyaret bikin veşêrin. Li gori rapora Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) heta sala 2012an li 21 bajarên Bakurê Kurdistanê gora 3 Hezar û 248 kuştiyên kiryar nediyar hê jî nîn e.

k24
Top