Nakokiyên YNKê û Goran tundtir dibin
Îro 7 Adarê di dîdarekê de li Navenda Perpêdana Lawan li bajarê Silêmanî û di bin durişma (Destkeftiyên Raperînê di Yobîla Zîvî de) hatibû lidarxistin Bajêrvanê Giştî yê Tevgera Goran Aso Mehmûd, YNKê bi gendeliyê tuhemtbar dike û behs dike ku ev yek bûye sedema raperîna xelkê.
Di beramber de Berpirsê Malbenda Silêmanî Serkirdeyê yê YNKê di dîdarekê de ku Nûçegihanê BasNews jî têde amadebû got: “ŞEr li ber deriyê me bû, lê me şer nekir, di dema ku Yûsif Mihemed vegeriya mijûlî avakirina du îdreyan bû, me lêborîn ji Goran xwest û me got em şer nakin, em ditirsyan ku em şer bikin, piştre Goran were û silhê di navbera me de bike.” Herwiha tekez kir: “Ew raperîna Goran behsa wê dike, şerê navxweyî ye û rewşek zor xirab durust dike, baştire xelik di asta xwe de karê dijî gendeliyê bikin.”
Bi nerîna şirovekaran, ev maweyeke ku Tevgera Goran hewldanên bo guhertina rewşa xwe tund tir dike, berî niha jî BasNews ragehandibû ku Tevgera Goran bi hemahingî li gel Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) û Îran hewldide ku devera Silêmanî kontirol bike.
basnews
