KCKê formula xwe bo Rojava aşkere kir: Federasyona Bakurê Sûriyê!
Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat di hevpeyvîneke ligel Bestanûçe de rojeva Sûriye, Tirkiye û deverê bi giştî nirxand û bersiva pirsyaran da.
Besê Hozat amaje bi nîqaşên derbarê Sûriya nû û amadekarî û projeyên bo wê yekê kir.
Hozat ragihand, ku Sûriyek federal modêleke zêdetir rast e û da xuyakirin, dibe ku "Bakurê Sûriyê bibe federasyon û Rojavayê Kurdistanê jî di nav wê federasyonê de herêmek xweser be."
Besê Hozat got: "Di nav Federasyona Bakurê Sûriyê de, Ereb, Kurd, Tirkmen û gelên din dikarin xwe bibînin, Turkmenên Bayirbucakê jî dikarin di nav Federasyona Bakurê Sûriyê de cih bigirin."
Rudaw
