Mesrûr Barzanî: Bexda Kurd neçar dike li pey alternatîfeke din bigere
Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Japonê yê li Bexdayê Fimo Ebay kir û di civînê de Mesrûr Barzanî diyar kir ku goh nedana Bexdayê bi daxwazên Kurd û biryara qut kirina bûdceya Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, Kurd neçar kir daku li pey alternatîfeke din bigere.
Di berdewamiya civîna han de giftûgo li ser qirîza darayî ya li kurdistanê hate kirin ku di encama qut kirina bûdceya Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve û herwiha jiber hatina zêdetir ji 2 miliyon penaberan bo Kurdistanê, mesrefên zêde yên şerê dijî terorîstên DIŞIê çê bûye.
Li hember de jî Balyozê Japonê eşkere kir ku Kurdistan aramtirîn devere li Rojhilata Navîn de û hikûmeta Japonê jî bi rêzdarî li qurbanîdan û berxwedana hêzên pêşmerge dinêre û Kurdistana aram kilîda aramiya deverê ye û devereke arame bo dabîn kirina pêdiviyên warê enerjî yên Japonê.
Di berdewamiya hevdîtina han de behsa rola Japonê di awedan kirina Kurdistanê û deverên rizgar kirî ji destê DIŞIê jî hate kirin.
Her di civîna han de behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin û Mesrûr Barzanî eşkere kir ku goh nedana Bexdayê bi Kurd û biryara qut kirina bûdceya Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve Kurd neçar dike li pey alternatîfeke din de bigere.
