Hikûmet metirsiya kirîza êkonomî ji nûnerên welatên G7 re zelal dike
Di destpêka civînê de, Nêçîrvan Barzanî behsa kirîza êkonomî ya Herêma Kurdistanê kir û sedemên serhildana wê kirîz diyar kirin; birîna budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve, hatina zêdetir ji yekmilyon û heştsedhezar koçber û penaberan bo Kurdistanê, şerê dijî DAÎŞê û nizimbûna buhayê neftê li bazatên cîhanê sedemên serhildanan kirîza êkonomî ne.
Serokwezîr ji beşdarên civînê re eşkere kir ku kirîza êkonomî metirsiyeke mezin li ser Herêma Kurdistanê dirust kiriye û ji bona derbaskirina wê kirîzê, hikûmeta Herêma Kurdistanê pilaneke saxlem amadekiriye û ji bonba ku Herêma Kurdistanê wê kirîzê bi kêmtirîn ziyan derbas bike, daxwaz ji cîhanê kir alîkariya Herêma Kurdistanê bikin.
Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ji şandeya mêvan re behsa hûrgiliyên pêngavên cîbicîkirina pilana çaksaziyê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û got ku ew pilan pilaneke berfirehe û hikûmet di hemû waran û sektoran de çaksaziyê dike. Talebanî got ku xala sereke ya pilana çaksaziyê çêkirina hevsengiyê ye di navbera xercî û dahatiniyê de ku dahatiniyê hikûmetê 95% ji firotina neftê tê û diyar jî kir ku armanc ji pilana çaksaziyê organîzekirina infrastruktura êkonomiya Herêma Kurdistanê û baştirkirina jiyan û jiyara xelkê ye.
Nûnerên welatên (G7) dîtin û têbîniyên xwe li ser pilana çaksaziya ya hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kirin û daxwaz kir ku têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê normal bibin.
Nêçîrvan Barzanî amadeyîya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo normalkirina têkeliyan bi Bexdayê re bi rêya diyalog û danûstandina nîşan da û daxwaz ji nûnerên welatên (G7) kir ku di civîna xwe ya bê de li Tokiyoyê giringiyê bi rewşa Herêma Kurdistanê bidin.
Di civînê de her yek ji; Roj Nurî Şaweys, Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî, Elî Sindî wezîrê pilandananê, Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmetê û Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve amade bûn.
