Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta roja cîhanî ya jinan
Afret û jin rolekî bi bandor û yek alîker li civatê da heye. Beşa zêdeyê êş û azar û berxwedan û têkoşîna gelê me li ber jinan dikevê û cihê destê wan ya li palpiştîkirina şoreş û Pêşmerge û perwerdekirina zarokên qehreman û tehemulkirina êş û azarên wan yê koçberî û xebata medenî û siyasî da diyare. Jin li dirustkirina dîrok û destkeftên gelê me de beşdarin û eve rastiyeke û divê em hemû şanaziyê pêve bikîn.
Ewê jinên Kurdistanê ji bo gelê xwe kiriye li dîrokê da wêneya wê kême. Ew piştevanê şoreşê bûn, koçberî û derbederiyê dîtine û tehmula qeyran û karesatan kirin û beşdarî hemû kiyanên jiyana civakî û her wiha şerê bergirîkirina nîştîmanî jî bûn û li şerê terorîstên Da'îş da keçên Kurd qehremaniyê tomar kirin. Li gel ewe jî hê jî gîrêya cûdakarî û tundutîjiya derûnî û cesteyî û mafên wan binpêdikin. Erkê ser milê hemû take kesekî me ye û hemû saziyên medenî û hikûmiyan rêz li qed û têkoşîna jinan û mafên wan bigrîn û kar ji bo ewe bê kirin ku jin bi bextewerî rola xwe li civaka medenî û siyasî û li jiyana civakî da bi bêyî hîç berbestek bibînin û tundutîjiyê bi hemû cûreyên xwe ve li dijî jinan nemîne.
Li vê helkeftê de hêviya serfîrazî û bexteweriyê ji bo jinên Kurdistanê dixwazim.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
