PDK û YNK li hev dikin - Hevjîna Talebanî razî bûye!
PDK û YNK duh li navçeya Pîrmam a Hewlêrê bi serokatiya Serok Barzanî civiyan. Di wê civînê de ku wek “civîneke dîrokî” dihat binavkirin, ti biryarek derneket.
Lê li gorî agahiyên Rûdawê, her du partî dê sibê (8ê Adarê) dîsa li hev rûnên û li ser sê mijaran li hev bikin.
Jêderekî agahdar ji civînê, derheqê wan sê mijaran de agahî da Rûdawê û got, di civîna sibê de dê her du partî li ser serokekî nû yê Parlamentoya Kurdistanê li hev bikin çimkî di civîna duh de PDKê daxwaza YNKê ya vegera serokê niha yê parlamentoyê Yûsif Mihemed red kir. Li gorî wê rêkeftinê, Yûsif Mihemed dikare vegere ser karê xwe lê divê piştî 7 yan 10 rojan dest ji kar berde, eger dest ji kar bernede dê ji kar bê dûrxistin. PDK jî razî bûye alîkarê Serokê Parlamentoyê Ceifer Îbrahîm biguherîne.
Wî jêderî da zanîn, mijara duyem a civîna sibê ya PDK û YNKê, kirîza serokatiyê ye. PDK dibêje yan hilbijartinên pêşwext were kirin yan jî serokekî nû were destnîşankirin. Yan jî Barzanî li ser karê xwe berdewam be.
Li gorî wî jêderî, sêyemîn mijara civînê jî referandoma serxwebûna Kurdistanê ye ku divê îsal were kirin.
Endamekî Polîtburoya YNKê ku haya wî ji helwesta rayedarên partiya xwe li hember rêkeftina bi PDKê re ye, di bersiva vê pirsê de ku gelo PDK û YNK dê li hev bikin? got, belê YNK dê bi PDKê re li hev bike çimkî Hêro xanim (hevjîna Talebanî û endama Polîtburoya YNKê) vê yekê dixwaze û razî jî bûye YNK û PDK li hev bikin. Niha pêwendiyên wê bi PDKê re pir baş in.
Wî rayedarê YNKê ku nexwast navê wî were eşkerekirin, her wiha got, pêwendiyên Gorran û YNKê niha pir lawaz bûne. Jixwe dema ku Hêro xanimê nekarî bi Gorranê re li hev bike, xwe nêzîkî PDKê kir!
Wî endamê Polîtburoya YNKê, diyar kir ku du rê li pêşiya YNKê heye; yan dê bi PDKê re li hev bike û bibe şirîka hemû Kurdistanê yan jî dê bi Gorranê re be û tenê bibe şirîka Silêmaniyê! Li gorî wî, piraniya rayedarên YNKê rêya yekem dixwazin.
Rudaw
