• Friday, 20 February 2026
logo

Tirkmenên Kerkûkê gef li Bexdayê xwarin: Eger gundê me neyê rizgarkirin…

Tirkmenên Kerkûkê gef li Bexdayê xwarin: Eger gundê me neyê rizgarkirin…
Tirkmenên şîe yên Kerkûkê gefê li hikûmeta Iraqê dixwin û dibêjin, eger di nav çend rojan de gundê Beşîr (gundekî Kerkûkê ye) ji destê DAIŞê dernexîne, dê berê xwe bidin wir!

Zêdetirî sal û nîvê ye gundê Beşîr li başûrê Kerkûkê, ku gundê tirkmenên şîe ye, ketiye destê DAIŞê û DAIŞ gellek caran ji wî gundî êrişî Pêşmerge, milîsên şîe û sivîlan dike.

Di heyama çend rojên borî de çekdarên DAIŞê ji gundê Beşîr topan davêjin bajarokê Taze yê Kerkûkê, di encama wan êrişan de heta niha 2 kes hatine kuştin, 6 kes birîndar bûne û ziyan gihîştiye xanî û avahiyên xelkê.

Duh li bajarokê Taze yê Kerkûkê, komek tirkmenên şîe daketin kolanan û bang li hikûmeta Iraqê kirin gundê Beşîr ji destê DAIŞê rizgar bike.

Zilamekî xelkê gundê Beşîr ji Rûdawê re got, em dixwazin gundê me were rizgarkirin… Em nikarin her roj birevin Kerkûkê…

Kesekî din jî xelkê gundê Beşîr bi tundî axivî û got, eger hikûmeta Iraqê di nav 7 rojan de Beşîr rizgar neke emê berê xwe bidin wir vêca çi dibe bila bibe. Yan jî emê rêya Bexdayê bigirin.

Heta niha milîsên şîe çend caran xwestine gundê Beşîr ji DAIŞê bistînin lê nekarîne.

Rudaw
Top