Amerîka li dijî avabûna statûyeke xweser ji bo kurdan e
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka, John Kirby derheqê rewşa Sûriyê de ji rojnamevanan re axivî û ragihand, piştî agirbestê û bidawîhatina şer li Sûriyê divê rêveberiyek li wî welatî pêk were ku tevahiya Sûriyê birêve bibe.
John Kirby di bersiva vê pirsê de ku “kurdên Sûriyê daxwaza sîstemeke federal dikin, gelo Amerîka piştgiriya vê yekê dike?” got, eger hûn ji min dipirsin gelo Amerîka herêmeke xweser ji bo kurdan dixwaze yan na, ez dibêjim na. Me gellek caran gotiye û em cardin jî dibêjin ku em Sûriyeke hevgirtî û bêyî cudahiya mezhebî dixwazin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka anî ziman ku li Sûriyê şer kêm bûye û derheqê qedera Serokê Sûriyê Beşar Esed de jî got, helwesta me li ser vê mijarê pir zelal e. Em bawer nakin cihê Esed di paşeroja Sûriyê de hebe ji ber wê jî em dixwazin li Sûriyê hikûmetek were avakirin ku Esed tê de nebe.
Serokatiya Herêma Kurdistanê jî çend roj berê bang li kurdên Rojavayê Kurdistanê kiribû, bi hev re bibin yek û federasiyonê bixwazin.
Rudaw
