• Friday, 20 February 2026
logo

Balyozê Erebistanê li Iraqê: Milîsên Şîe gefan li min dixwin

Balyozê Erebistanê li Iraqê: Milîsên Şîe gefan li min dixwin
Balyozê Erebistana Siûdiyê li Iraqê aşkere kir, milîsên şîe û bi taybet milîsên girêdayî koma Esayib Ehlî Heq rojane bi sedan carî gefa kuştinê li wî dixwin.

Balyozê Erebistana Siûdiyê li Iraqê Samir Sebhan ragihand, ew di bin gefa kuştinê de ye.

Samir Sebhan duh pênşemî di hesaba xwe ya li ser tora civakî ya Twitterê de ragihandiye, milîsên şîe yên Iraqê rojane gefê li wî dikin.

Sebhan di twittera xwe de wiha nivîsandiye:

“Rojane bi sedan gef ji aliyê milîsên Esayib Ehlî Heq ve bo Balyozê Siûdiyê yê li Iraqê tê.”

Ji aliyekê din ve 3 roj berî niha û di 1ê Adarê de Balyozê Erebistanê li Iraqê, bi tohmeta sivikatîkirin û xirabkirina navê wî, li dijî pêşkeşkarê televizyoneke Iraqî bi navê Wecî Hadî Ebad gilî tomar kir.

Piştî qutbûna pêwendiyên dîplomatîk di navebra Erebistanê û Iraqê de, bo yekem car Riyazê di destpêka îsal de balyozek ji Iraqê re diyar kir û roja 18ê Befranbar a îsal Samir Sebhan wek balyozê bû yê Siûdiyê li Iraqê belgeya bawerînameya xwe pêşkêşî Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm kir.

Piştî dest bi karbûna xwe wek balyoz li Iraqê, Sebhan di yekemîn daxuyaniya xwe ya rojnamevanî de bi tundî rexne li reftarên milîsên Şîe li bajarokê Şareban li parêzgeha Diyala girt û amaje bi wê yekê jî kir, ewên mizgevtan diteqînin û hewla guhertina demografiya Diyala didin, ti cudahiyek di navbera wan û DAIŞê de nîne.

Ew daxuyaniya Balyozê Erebistanê li Iraqê, aliyên Şîe bertekên tund nîşan dan û Wezareta Derve ya Iraqê jî Sebhan bangî wezaretê kir.

Rudaw
Top