• Friday, 20 February 2026
logo

Amerîka: Bila Erdogan rêzê li biryara dadgehê bigire

Amerîka: Bila Erdogan rêzê li biryara dadgehê bigire
Amerîka daxwaz ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan kir, rêz li biryara dadgeha destûrî ya Tirkiyê bo berdana 2 rojnamevanên rojnameya Cumhuriyetê bigire.

Wezareta Derve ya Amerîka daxwaz ji Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyê, Recep Tayip Erdogan û Ahmet Davutoglu kir, rêz li biryara dadgeha destûrî ya Tirkiyê bo berdana 2 rojnmaevanên rojnameya Cumhuriyetê, Can Dondar û Erdem Gul bigirin.

Berdevkê Wezareta Derv eya Amerîka Mark Toner li ser berdana her du rojnamavenan û nerazîbûna Erdogan li ser biryara berdana wan ragihand: “Em kêfxweş in bi berdana wan her du rojnamevanan, ku bêyî dadgahîkirinê hatibûn girtin.”

Mark Toner got: “Ez naxwazin behsa wê bikim, ku gelo Erdogan yasa binpê kirine yan na, lê belê me herdem dilgiraniyên xwe bi wan hikûmetan gihandiye, ku azadiya raman û nêrînan û rojnamevaniyê tengav kirine.”

Toner herwiha da xuyakirin: “Em dikarin ji Erdogan re bêjin, rêz li biryara dadgeha destûrî bigire, em piştgîrî li berdana wan her du rojnamevanan dikin ku pêş dadgahîkirinê hatibûn girtin.”

Rudaw
Top