• Friday, 20 February 2026
logo

Amadekariyên ragihandina federasyonê tên kirin

Amadekariyên ragihandina federasyonê tên kirin
Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê û vir ve di destê kurdan de ye û bi pergala kantonan tê bi rêve birin. Kurdan piştî şer destpê kir hem ku şer û pevçûn li Rojava belav nebin hem jî ku herêma li ser dijîn, ku ji hemû mafan hatibûn bêpar kirin, birêve bibin li Efrîn, Kobanê û Cizîrê kanton ragihandibûn. Lê belê ji aliyê kurdan ve jî li hember vê pergalê nerazîbûn hebûn û xûya ye ku êdî pergala kantonan têrî Rojavayê Kurdistanê nake.

Digel destpêkirina agirbesta li Sûriyê ku 27’ê Sibatê ketibû meriyetê û şer bi temamî nehatibe sekinandin jî pevçûnên li tevahiya welat hinekê kêm bûbûn, niqaşên li ser pêşeroj û pergala rêvebirinê ya Sûriyê jî geş bûn. Wezîrê Karên Dervê yê DYA’yê John Kerry di gotareke xwe de li ser vê meselê ragihandibû ku eger agirbest negihije armanca xwe û şer nesekine dibe ku plana B parçebûyîna Sûriyê be. Rûsyayê bertek nîşanî Kerry dabû û diyar kiribû ku plana B tune ye. Lê belê Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov roja Sêşemê (29.02.2016) di civîneke çapemeniyê de eşkere kiribû ku ew difikirin ku pergala federaliyê ji bo Sûriyê guncan e. Ji bo pêşeroja Sûriyê, pergala federalîzmê ne tenê di rojeva hêzên cîhanê de, di rojeva hêzên li herêmê de ye jî û îro Cîgirê Serokê Desteya Peyvendiyên Derve yê Kantona Kobanê Idrîs Nesan jî ragihand ku dibe ku Rojavayê Kurdistanê (bakûrê Sûriyê) bi federaliyê bê birêve birin.

Li ser pêşeroj û niqaşên federasyonê ji bo Sûriyê, Wezîrê Karên Derve yê Kantona Kobanê Îbrahîm Kurdo û Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Kobanê Fewziya Evdo ji BasNûçe’yê re axivîn û ragihandin ku êdî pergala Kantonan têrî Rojava nake û divê Rojava û Sûriyê bi pergala federasyonê bên bi rêve birin.

İbrahîm Kurdo: Amadekariyên ragihandina federasyonê tên kirin

Wezîrê Karên Derve yê Kantona Kobanê Îbrahîm Kurdo eşkere kir ku amadekariyên federasyonê tên kirin û got ku gel, sazî û siyasetmedaran lêkolîn kiribûn ji bo federasyonê. Îbrahîm Kurdo eşkere kir ku hêj li hin cihên di nava Rojava de endamên DAIŞ, El Nusra û Ehrar el Şamê hene û divê ew bên paqijkirin. Kurdo di berdewamiya axaftina xwe de got, “Divê ew deverên di destê çeteyan de bên paqijkirin. Piştre jî wê federasyon were ragihandin. Niha amedekarî hene û pergala federasyonê di rojeva me de ye.” Kurdo balkişand ser kantonan jî û got ku ev pergal jî serkeftî bû lê erdnigariya di destê me de berfireh bûye êdî ev pergal têrî xizmeta gel nake û divê federasyon bê îlan kirin.

Kurdo her wiha eşkere kir ku hêj dema ragihandina federasyonê ne diyar e û divê pêşî Ezaz û Cerablûs werin rizgar kirin.

Faîze Abdî: Proseya federasyonê di dewrê de ye

Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Kobanê Fewziye Evdo jî got ku dema ku pergala Xweseriya Demokratîk hat ragihandin proseya Rojava ne 3 kanton bûn û herêmên Rojava ji hev hatibûn qût kirin û pêwendiya hersê herêman a ligel hev zêde tune bû ji ber wê yekê 3 kantonên cuda hatin îlan kirin. Di berdewamiya axftina xwe de Evdo got ku rewş hatiye gûhertin û wiha axivî, “Rewş li Sûriyê jî û li Rojava jî gûherî. Kobanê û Cizîrê gihiştin hev. Kobanê bi tevahî hat rizgar kirin” Evdo ragihand ku kanton têrî pêdivî û pêdawîstiyên xelkê li herêmê nake û proseya ku niha di dewrê de ye federasyon e. Her wiha Evdo got ku ji bo Rojava û Sûriyê tişta herî guncan federasyon e û eşekere kir ku dê navendeke Rêveberiya Federasyonê pêk bê û dê herkes tê de cih bigire.
Hêjayî gotinê ye ku Serokatiya Herêma Kurdistanê jî îro bi daxuyaniyekê piştevaniya xwe ya ji bo Sûriya federal ragihandibû û bang li partî, rêxistin û saziyên kurd yên li Rojavayê Kurdistanê kiribû ku helwesta xwe bikin yek û daxwaza federasyonê bikin.

Basnews
Top