• Friday, 20 February 2026
logo

PDK hertim piştîwanê mefên netewî yên gelê Kurd bûye

PDK hertim piştîwanê mefên netewî yên gelê Kurd bûye
PDK hertim li her derê piştîwanê mafên netewî yên gelê Kurd bûye û dibe.

Duh Peyvdarê partiya demokrata Kurdistanê derbarê rewşa siyasî ya Sûriya û pirsa bicîh kirina sîstema fedralî ya li vê welatî de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku her di destpêka destpê kirina bizava demokrasiya gelê Sûriyayê de PDK nêrînên xwe bo aliyên siyasî yên Kurdî ên li Sûriyayê diyar kirin û daxwaz ji wan kiriye daku xwe ji şerê çekdarî bidûr bigirin û daxwaza çareseriya aştiyane û fedralî bikin bo kêşeya Kurd.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye diyar kirin ku piştî çend sal şer û pevçûn di dawî de civaka cîhanî û civata ewlekariya ser bi NY bo rawestandina şerê Sûriyayê çendîn biryar derkiriye weke qedexe kirina bikar anîna çekên qedexekirî û piştgîrî kirin ji çend projeyên curbicur di dema kongreyên cîhanî de û yek ji wan projeyan jî xwe di çarçoveya fedraliyetê de dibîne bo rizgar kirina Sûriyayê ji qirîz û rewşa han y a dijwar, hevdem li gel aliyên cîhanî niha aliyên sûrî û bi taybetî aliyên Kurdî jî yên ku beriya niha li dijî fedraliyê bûn piştgîriya pergaleke fedralî dikin.

Partiya demokrata Kurdistanê beriya niha, niha û di pêşerojê de jî hertim piştîwanê mafên netewî yên gelê Kurd bûye û li ser helwesta han berdewam dibe lewre di vê çarçoveyê de pêşwaziya pêşketinên heyî yên li Sûriyayê yên bo çareser kirina kêşeyan dike û fedraliyet jî baştirîn çaresere, lewre daxwaz ji tevahiya part û aliyên siyasî yên Kurdî ên li Sûriyayê dikin ku tevahiya nakokiyên xwe bixin aliyekî û yekîtiya xwe bihêz bikin û bikin yekîtiya nîştimanî.

Bi hêviya serkeftina tevahiya aliyan bo aştiyê
Peyvdarê mekteb siyasiya PDK

Top