Pêşmergeyên Rojava daxwaza berevaniyê ligel YPGê dikin
Efserekî Pêşmerge bi navê Niwêran Kiro, ku bi xwe xelkê bajarê Kobanê ye di gel hevalên xwe, dem bi dem mijarên siyasî û pêşhatên leşkerî dişopîne ku çawa bajarên Rojavayê Kurdistanê rastî êrîşan tên, lê her ew hêviyên xwe qut nakin ku dê biçin Rojavayê Kurdistanê.
Niwêran ji K24ê re axivî û got: “Em wekû Pêşmergeyên Rojava dixewezin herin Rojava, YPG bi tena xwe nikarîbû li Kobanê berevanî bikara. Em dixwezin herin cem birayên xwe yên YPGê û ji Îndîwarê heya Efrînê, heya çiyayê kurmênc biparêzin.”
Pêşmergeyên Rojava ku ji 5 heya 6 hezar keç û xort pêk tê, di Adara 2012an de li leşkergehên Pêşmergeyên Zêrevanî, dest bi perwerdeyê kirin. Heya niha 31 şehîd di şarê li dijî DAIŞê li Başûrê Kurdistanê dane.
K24
