Hinartina petrola Kurdistanê bo Tirkiyê dest pê dike
Şîrketa Genel Energy ragihand, di çend rojên dahatî de hinartina petrola Kurdistanê bo bazarên cîhanê bi rêya Bendera Ceyhan a Tirkiyê dest pê dike û dê rêkarên tund ên ewlehiyê bên berçavgirtin, daku carek din hinartina petrola Kurdistanê neyê sekinandin.
Serokê Cîbicîkar ê Şîrketa Genel Energy, Murat Ozgul ragihand: “Di çend rojên pêşerojê de hinartina petrola Kurdistanê bo Bendera Ceyhan a Tirkiyê dest pê dike.”
Ozgul herwiha got: “Hikûmeta Tirkiyê rêkarên tund ên ewlehiyê bo parastina boriyên petrolê cîbicî kirine û ew yek jî dî astengiyên li pêşiya hinartina petrolê kêm bike.”
Ragihandina destpêkirina hinartina petrola Kurdistanê di demekê de ye, ku ew 20 roj bûn, ji ber teqandina boriya petrolê li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê, hinartina petrola Kurdistanê hatibû sekinandin.
Boriya petrola Kurdistan-Bendera Ceyhan roja 17ê Sibatê di nav axa Tirkiyê û li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê hatibû teqandin û hinartina petrolê ji hinge pê ve heya niha hatiye rawestandin.
Rudaw
