• Friday, 20 February 2026
logo

Rosya danûstandinên Suryayê bê kurd serkevtî nabe.

Rosya danûstandinên Suryayê bê kurd serkevtî nabe.
Wezreta Derveya Rosîyayê ragehand: Danûstandinên Suryaê bê Kurd serkevtî nabe.

Marîya Zaxarova, Gotebêja wezreta Derveya Rosyayê li ser danûstandinên dahatîya Cinêvê got: Neteweyîn Hevgirtî alîyan gazî cinêvê dike, lê Rosya di wê bawerrîyê deye ku bê pişikdarîya alîyên Kurd danûstandin serkevtî nabin.

Marîya Zaxaroava got jî: Kurd pişkeka xuyaye ji gelê Suryayê û roleka serkî digêrrin di şerrê Daişê de.

Marîya Zaxarova amaje bi wê yekê jî da, ku hinek alî dijî gazaêkirina Kurdin bo Cinêvê, lew Neteweyên Hevgirtî gazî wan nake.

Kurd wek pişkek ji Opizisyûna Suryayê pişikdarî kirin di kongireya Cinêv sê de ewa li 29ê/ Kanûana dûyê bi rêveçû û hatîye nasîn danûstandinên piroseya aştîya Suryayê ,Cinêv Sê, lê nwênerên Kurd wek serbxwe pişikdar nebûn.

Stîvin Dîmostora hinartîyê taybetê Neteweyên Hevgirtî bo danûsatndinên aştîyê li Suryayê her yek ji rijêma Beşar Esed û Opizisyûna Suryayê bi cuda gazaîkirin bo Kongireya Cinêvê sê.

K24
Top