Nêçîrvan Barzanî pêdagiriyê li ser pêş xistina têkiliyên navbera Hewlêr û Tehranê dike
Li hevdîtinkê ku Ebdula Agrîn Reveberê Giştiyê Têkiliyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îranê amade bibû, behsê kar û çelengiyên Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê hate kirin. Her wiha bal kişandine ser giringiya pêş xistina têkiliyên navbera her du aliyan, bi taybetî li wan warên ku ji bo Herêma Kurdistanê giring in û xizmeta berjewendiyên her du aliyan dike.
