• Friday, 20 February 2026
logo

YPG: Di êrişa DAIŞê de 43 şervan şehîd bûn

YPG: Di êrişa DAIŞê de 43 şervan şehîd bûn
YPGê encamên êrîşên çekdarên DAIŞê bo ser her sê herêmên Girê Spî, Mebruka û Silukê yên Rojavayê Kurdistanê aşkere kir.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) îro li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê konfransek rojnamevanî lidarxist û têde bîlançoya êrişên çekdarên DAIŞê yên di 27ê Sibatê de bo ser Girê Spî, Mebruka û Silukê û operasyona hêzên YPGê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hêzên Parastina Civakî (HPC) ragihand.

Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl di vê konfransa rojnamevanî de derbarê êrişên DAIŞê, operasyonên şervanên Kurd û bîlançoya şer û pevçûnan de agahî dan.

Rêdûr Xelîl Tirkiye bi piştevnîkirina DAIŞê û hebûna destê rayedarên Enqerê li pişt êrişên wê dawiyê tohmetbar kir û got, li her 3 cihên ku çekdarên DAIŞê êriş pêk anîn, qereqolên Artêşa Tirkiyê hene.

Xelîl got, ku di pevçûnên 3 rojan de 291 çekdarên DAIŞê hatine kuştin ku termên 125 ji wan ketine destê şervanan, herwiha 43 şervanên YPGê û HPC şehîd bûne.

Berdevkê YPGê tekez kir, ku DAIŞê ji Reqa, Heleb, Dêra Zor û Tirkiyê çekdar derbasî Girê Spî, Mebruka û Silukê kirin û armanca wan ew bû, ku riya di navbera her du kantonên Cizîrê û Kobanî de qut bikin.

Rudaw
Top