Europol: Dahata qeçaxiya bi mirovan 6 milyar Euro ye
Li gorî raporta Europolê penaber ji bo çûna Ewropayê pêşî bi rêxistinekê re dikevin tekîliyê. Sedema wê yekê jî ji ber ku penaber bi rêya rêxistinê hê hêsantir dikarin tevbigerin.
Her ku diçe daxwazên bo derbasbûna Ewropayê zêdetir dibin. Herwiha di vî karî de pereyên mezin hene, rêxistinên ku qaçaxiya mirovan dikin jî her diçe di vê derbarê de zêdetir û xurtir dibin.
Serokê Navenda Lêkolîna Koçberî û Penaberiyê (ÎGAM) Metîn Çorabatir, bal kişand ser vê rewşa metirsîdar a kambax û got: “Welatên pîşesazî deriyên xwe li penaberan girtin. Kesên ku dixwazin biçin wan welatan, serî li rêyên neyaseyî didin. Ji ber ku hejmara kesên dixwazin biçin Ewropayê zêde dibe bazara rêxistinên qaçaxiya mirovan jî bilindtir dibe.”
Penaber, zêdetir van rêxistinan bi navbeykariya çapemeniya civakî yan jî tîmên penaberan peyda dikin. Li gorî yasayên Tirkiyê bêsizamana kesên ku qaçaxiya mirovan dikin hêsantir rê li ber sucên pinpêkirina mafê penaberan vedike.
Parezêr Şahîn Antakyalioglu bal kişande ser vê rûdana balkêş ku tu caran nakeve rojeva çapemeniyê û wiha axifî: “Ji ber ku ewlehiya penaberan baş nayê wergirtin, di rêwîtiya xwe ya deryayê de can didin. Ev yek mirovkujî ye û sucekî mezin e. Beriya ku ev bûyer pêk werin ev kesên ku qaçaxiyê dikin werin desnîşankirin ev qewmînên dilsoj pêk nayên.”
Heger Ewropa deriyê xwe ji penaberan re veneke û çareyeke yasayî peyda neke wê hejmara mirovkujiyê ligel berdewamiya xwe zêdetir bibe. Niha her kes li benda lûtkeya 7ê Adarê ye ku wê ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve bo penaberan were sazkirin.
K24
