Hikûmeta Kurdistanê dê mehane 10 milyon dolar bide Kerkûkê
Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, ji Rûdawê re got, Wezîrê Samanên Sirûştî Aştî Hewramî bi fermî ragihandiye ku dê mehane 10 milyon dolar wek pereyê petrol-dolar bide Kerkûkê.
Necmedîn Kerîm da zanîn ku niha serê her bermîl petrola ku tê firotin, dolarek dibe para Kerkûkê û wiha got, ji ber ku petrol erzan bûye petrol-dolar bûye dolarek. Ji bo me girîng nîne kê petrola Kerkûkê difroşe, girîng ew e pişka me bidin. Lê madem Herêma Kurdistanê pişka me dide bila Hewlêr nefta Kerkûkê bifroşe.
Parêzgarê Kerkûkê her wiha da zanîn, di demek kurt de dê navê şîrketa petrolê ya “Bakur” jî biguherînin û bikin şîrketa “Kerkûk”ê.
Şîrketa petrolê ya “Bakur”, nêzîkî 100 sal berê li Kerkûkê hatiye avakirin. Şîrketa han pêrar ket bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Beriyan niha pereyê ku serê her bermîla petrolê ji Kerkûkê re dihat veqetandin, 2 dolar bû.
Rudaw
