Welatên Kendavê: Hizbula terorîste!
Konseya Hevkarî ya Kendavê ku ji Erebîstana Siûdî, Bahreyn, Kuweyt, Ûmman, Qetar û ji Îmarata Erebî pêk tê di daxuyaniya xwe de ragihand ku wan Hizbullaha Libnanê wekî rêxistinekî terorîstî îlan kirine.
Dewletên endamê Konseya Hevkarî ya Kendavê, li hemberî Îran, mûtefiqê wê û Hizbullaha ku piştgiriya Serokê Sûriyeyê Beşar Esad dike ji sala 2013an pê ve mûeyîdeyan datîne ser wan.
Siûdî piştgiriya xwe ya Libnanê birîbû
Sekreterê Giştî yê Konseya Hevkarî ya Kendavê Ebduletîf El Zayanî di daxuyaniya xwe de got: ‘ Ev rêxistina ku hewldanên milisi dike û di nava karen terorî de ye, me ew rêxistin wekî rêxistinekî terorîst qebûl kir û di çarçoveya tekoşîna dijî terorîzmê de bergiriyên pêwist ên li dijî rêxistinê em ê bigrin.'
Erebîstana Siûdî ku endamê Konseya Hevkarî ya Kendavê ye, demek berê 4 milyar dolar alîkariya ku dê bidana artêşa Libnanê birî bû. Ev gava Erebîstana Siûdî wekî hemleyeke qelskirina Hizbullahê hatibû nirxandin.
basnews
