Kurdistanî îro Mele Mistefa Barzanî bibîr anîn
Weke tê zanîn îro 37mîn salvegera wefata Rêberê mezin yê gelê Kurd û sembola berxwedan û dewleta Kurdî Nemir Mele Mistefa Barzaniye.
Her bi vê minasibetê îro li seraserê Kurdistanê Kurdistanî bi çendîn çalakiyên curbicur, Rêberê xwe bi rêzdarî bi bîr anîn.
Her îro ji her çar parçeyên Kurdistanê jî Kurdistanî bo diyar kirina rêz û hirmeta xwe ya li hember Nemir Mele Mele Mistefa Barzanî, serdana mezara Nemiran ya li devera Barzanê kirin û bi danîna deste gol û xwendina fatihe û gotina diroşmeyên curbicur rêzdariya xwe bo Nemir Mele Mistefa Barzanî diyar kirin.
