Fraksiyona PDKê: Tevgera Goran di ya xwe de berdewam dike
Berdevkê Fraksiyona PDKê Dr. Mihemed Elî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Divê mekanizmayek ji bo çalak kirina Parlamentoya Kurdistanên bê dîtin. Ji ber ku Tevgera Goran di ya xwe de berdewam dike û naxwaze bête ser rastiyê.’’
Berdevkê Fraksiyona PDKê yê li Parlamentoya Kurdistanê diyar kir; Çend sedem hene ku ji ber wan sedeman dikare Parlamentoya Kurdistanê bê çalak kirin. Yek ji wan ‘’Rêxistina siyasî li dervey Parlamentoyê yan jî hewla ku naha ji bo komkirina îmzeyan li nav parlamenteran de heye, ji bo çalak kirina Parlamentoyê, yan jî helweşandina hikûmet û avakirina hikûmeta piraniyan a berfireh.’’
Basnews
