li Hindistanê wê peykerê Barzanî were danîn
Birêverê merasîma danîna peykerê Nemir Mistefa Barzanî Hekar Findî ji Hindistanê ji BasNews re ragehand: Wê roja 1 Adarê piştî nîvro li Mombay li hotêla Ovro merasîma rakirina perdê ji ser peykerê Barzanî birêve biçe.
Hekar Fendî ew jî eşkere kir peykerê Barzanî ji aliyê xwendevanekî Kurd binavê Celal Ehmed ku li Hindistanê dixwîne hatiye saz kirin û sibe wê ew peyker li mozexana Wakis li Mombay were danîn, ev peyker wek simbolek Kurdî ji mûmê hatiye durst kirin, têde Mistefa Barzanî li ser pê westiyaye û cilên Kurdî libere.
Findî got: “Li vê mozexana ku wê peykerê Barzanî li were danîn, herwiha peykerê Rêberê Serxwebûna Hindistanê Xandî, peykerê Nêlson Mandêla û çendîn kesayetiyên din lê hene.”
Navborî ragehand ku, wê di vê merasîmê de Wezîrê Navxwe yê Hindistanê û Parlementarên Brîtanya û çend berpirsên pilebilind ên Hindistanê û Rewndî Kurdî jî beşdar bibin.
