DAIŞê bi 6 xwekujan êriş kir, lê…
Desteya Agahdarkirina Şer a girêdayî Encumena Wezîran a Iraqê îro di daxuyaniyekê de ragihand, çekdarên DAIŞê îro êrişeke berfireh birine ser hêzên Iraqî yên li rojavayê parêzgeha Enbarê, ku li wir hêj şer û pevçûn berdewam e.
Di daxuyaniyê de tê gotin, ku çekdarên DAIŞê bi rêya 6 kesên xwekuj êrişî baregeheke hêzên ewlehiyê yên Iraqê li rojavayê parêzgeha Enbarê kirin.
Xwekujekî DAIŞê dema ku xwastiye derbasî avahiya Hêza Hawarçûnê ya bajarokê Heqaniye ya girêdyaî navçeya Hedîse bibe, ji aliyê polîsekî Iraqî ve hatiye kuştin.
Herwiha hêzên polîsê hawarçûnê li heman bajarokî 5 çekdarên xwekuj ên DAIŞê kuştin, ku hewl didan xwe bigihînin baregeha hêzên Iraqê.
Navçeya Hedîse 170 km ji rojavayê bajarê Rumadî, navenda parêzgeha Enbarê dûr e.
Ew êrişa çekdarên DAIŞê piştî wê yekê tê, ku duh yekşemî 28ê Sibatê jî çekdarên rê rêxistinê êrişeke berfireh birine ser navçeya Ebû Xurêb li rojavayê bajarê Bexdayê û karîn bajarokê Kazim Ezab kontrol bikin.
Rudaw
